Ji bo parastina dengê girtiyan berpirsyariyek kolektîf
Di nav şer û zextên dijwartir de, qutkirina pêwendiyan bûye amûrek ji bo jiholêrakirina dengê girtiyên siyasî. Şîva Mahbûbî, bal kişand ser rola agahdariyê û bang li civakê kir ku bi parastin û nîşandana van dengan, li dijî tecrîda heyî li ber xwe bidin.
ŞEHLA MIHEMEDÎ
Navenda Nûçeyan – Bi destpêkirina şerê di navbera Îsraîl-DYE û Îranê de, pevçûnan sînor derbas kiriye û bandorên wê rasterast li hundirê Îranê tên dîtin. Di vê navberê de, girtiyên siyasî xwe di şert û mercên dijwartir de dibînin.
Ji destpêka şer ve, zext û sînorkirinên li ser çalakvanên civaka sivîl, girtiyên siyasî yên demên dawî û heta yên berê bi berdewamî zêde bûne. Girtin berdewam dikin û di hin dîmenan de, rayedar bi awayekî eşkere behsa rewşek ‘şer’ dikin. Hatiye ragihandin ku li kêleka şerê derve, cureyek şerê navxweyî jî heye. Şerekî ku rasterast çalakvanên sivîl û girtiyên siyasî hedef digre.
Di vê demê de, hejmareke giran ji girtiyên siyasî hatin darvekirin. Hevdem bi van darvekirinan re, pêvajoya darvekirina di dozên din de jî zêde bûye. Û di du hefteyên borî de, gelek rapor li ser darvekirina girtiyan bi tohmetên wekî ‘Sîxurtî’ hatine weşandin.
Gelek kampanyayên bi bandor rawestiyane an jî bêbandor bûne
Lê belê, yek ji mijarên girîng, rewşa girtiyan e. Ji destpêka şer ve tu raporên taybet di derbarê wan de nehatine weşandin. Tevî zext û dozên wekî êşkenceyê yên berdewam, îhtîmala agahdarkirin û dayîna daxuyaniyan ji ber qutbûna înternetê û sînordarkirina ragihandinê pir kêm bûye. Her wiha gelek kampanyayên bi bandor rawestiyane an jî bêbandor bûne. Em dixwazin bizanbin şert û mercên girtiyên mîna Werîşa Moradî, Zeyneb Celaliyan û girtiyên din ên siyasî yên ku hîn jî di girtîgehê de ne çi ne. Her wiha raporên ku di der barê wan de tên weşandin çawa ne û bandora qutkirina înternetê li ser rewşa wan çi ye?
Berdevka Komîteya Azadkirina Girtiyên Siyasî Şîva Mahbûbî, vê mijarê ji ajansa me re nirxand.
*Xanim Şîva Mehbûbî, raporên we yên dawî li ser rewşa girtiyan çi ne, nemaze di rewşekê ku înternet heya niha jî qut bûye de û gihîştina navxwe ya Îranê bi dijwarî hatiye sînorkirin?
Bê guman, qutkirin an sînorkirina giran a înternetê dihêle ku hikûmet bêyî agahdarkirinê bêtir kesan bigire. Sedema sereke ya vê tedbîrê ew e ku pêşî li şandina nûçeyan li derveyî welêt were girtin. Ji bo girtiyên siyasî, rewş hîn dijwartir e. Her çend hin kes li Îranê dikarin bi lêçûnek pir zêde an jî bi rêyên sînorkirî bighîjin înternetê jî. Lê ji bo girtiyan ev ne mumkin e. Gelek ji wan ji mafê xwe yê herî bingehîn jî bêpar dimînin. Wek danîna têkiliyan bi malbatên xwe re. Di rewşên wiha de, ne tenê ew nikarin agahiyan bidin, her wiha her hewldanek ji bo ragihandina nûçeyekê ji bo wan dikare bibe sedema encam û tohmetên nû.
Wekî ku we behs kir, kampanyaya ‘Sêşema ji Darvekirinan re Na ’, ku ez difikirim tevgereke pir girîng û berbiçav e, niha nikare dengê xwe wekî ku divê derxe holê. Car caran hindek nûçe ji hundirê girtîgehan bi zehmetiyek mezin têne weşandin. Mînak, di vê dawiyê de li girtîgeha Mehabadê em bûn şahîd ku girtiyan li dijî kêmbûna xwarinê xwepêşandan kirin, nûçe belav bû û me karîbû wan nûçeyan belav bikin.
Bi hinceta mercên şer, sînordkirin û zextên li ser girtiyan û malbatên wan girantir bûn
Ez piştrast im ku di nav girtiyan de gelek xwepêşandan tên lidarxistin. Û bûyerên xemgîn bi serê wan de tên. Lê rêyek tune ku mirov bighîje van agahiyan û wan biweşîne. Di vê dawiyê de piştî destpêkirina êrîşan û di dema şer de ji hêla dadweriyê ve daxuyanî hat ragihandin. Li gorî van daxuyaniyan, ger ku kesek, di nav de malbatên girtiyan, bi medyayê re biaxivin an jî daxuyanî ji aliyê girtiyan ve were weşandin, dibe ku ew bi sûcdariyên pir giran re rû bi rû bimînin, heta dibe ku cezayê mirinê jî li wan were birîn. Ev nîşan dide ku zext bi giranî zêde bûne. Niha bi hinceta şert û mercên şer, sînordarkirin û zextên li ser girtiyan û malbatên wan girantir bûne.
Aqûbeta gelek girtiyan nayê zanîn
Ji aliyekî din ve, qutkirina înternetê jî bûye sedema belavkirina agahiyan bi dijwarî kêm bibe û di encamê de, ev rewş pir xeternak bûye. Em bi mijara girtiyên siyasî re rû bi rû ne, ku hin ji wan ji deh salan zêdetir e di girtîgehên Îranê de ne. Di heman demê de, hejmareke mezin ji van girtiyan hene ku derbarê rewşa wan de tu agahî an nûçeyek rast tuneye. Heta beriya van şert û mercan jî, gelek girtî ji gihîştina xizmetên bijîşkî û tenduristî bêpar bûn. Şiyana wan a dîtina pispor, wergirtina dermanan û lênêrîna rewşa xwe ya fîzîkî pir sînordar bû û ew pir caran di bin şert û mercên krîtîk de dihatin girtin.
*Rewşa van girtiyan niha çawa ye? Û ya girîngtir, di hawîrdorek wisa de ku gihîştina agahiyan sînordar e, em çawa dikarin bibin dengê wan û rewşa wan nîşan bidin?
Rewşa girtiyan a tenduristî yek ji pirsgirêkên herî cidî ye û fikarên me jî zêde ne. Pirsgirêkek ku rasterast jiyana wan tehdît dike. Li gel pirsgirêkên wekî kêmbûna xwarin û avê, mijara dermankirinê jî pir girîng e. Nemaze ji bo girtiyên ku ji berê ve bi nexweşiyên cûrbecûr re têdikoşiyan û niha bi xetereyek mezintir re rû bi rû dimînin.
Rewşa tenduristî ya girtiyên jin xeternak e
Wek nimûne, em dikarin rewşa Zeyneb Celaliyan ku yek ji girtiyên jin ên herî kevin li Îranê ye bêjin. Ev demeke dirêj e pirsgirêkên cidî yên fîzîkî dikşîne û ji kêmtirîn derfetên bijîşkî bêpar maye. Ew niha di rewşekê de ye ku em bi awayekî pratîkî bi tevahî ji rewşa wê bêagahî ne. Yan jî Werîşa Moradî, ku doza wê wekî pirsgirêkek ewlehiyê hatiye ragihandin û tevî ku pêdiviya wê bi dermankirinê jî heye, rê li ber gihîştina navendên bijîşkî yên li derveyî girtîgehê hatiye girtin.
Her wiha, rewşa Nêrgiz Mohammadî jî pir xemgîn e. Berê emeliyata dil derbas kiriye û niha di şert û mercên ku tenduristiya wê xistiye xetereyek mezintir de tê girtin. Bicîhkirina wê di nav girtiyên bi sûcên hevpar de, di şert û mercên ku ji yên gelek girtîgehên girtiyên siyasî jî xirabtir in, zextek zêdetir li ser wê çêkiriye. Bi giştî, wisa xuya dike ku înkarkirina dermankirinê bûye amûrek ji bo zêdekirina zextê li ser girtiyan, nexasim ku niha ev qedexe bi hinceta şert û mercên şer hatine zêdekirin. Rastî ev e ku belkî qet berê girtiyên siyasî rûbûrûyî xetereyek wisa nehatine.
Berdewamiya cezayên darvekirinê, bi taybetî jî derheqê xwepêşanderên meha Çile de, fikarên zêde derxistiye holê. Ji aliyê din ve, şert û mercên girtîgehan her ku diçe dijwartir dibe. Li hinek girtîgehan, qedexe gihîştine astekekê ku gihîştina pêwîstiyên bingehîn jî hatiye redkirin û zext gihîştine astek bêhempa.
‘Ji bo piştgiriya girtiyan pêdivî bi dengeke bilind û hevrêz heye’
Di rewşên wiha de, pêdivî bi dengekî bilind û hevrêz ji bo piştgiriya girtiyên siyasî were avakirin, heye. Kampanyayên li dijî cezayên darvekirinê û ji bo piştgiriya berdana girtiyan hatine destpêkirin, ku heta niha rastî piştgiriyek berfireh hatine û dikarin bibin xal û gavek destpêkê ji bo hevgirtinek mezintir.
‘Divê raya giştî, çalakvan û Îraniyên li hundir û derveyî welat bibin dengê girtiyan’
Rastî ew e, medyaya cîhanî û heta nîqaşên siyasî jî zêde girîngiyê nadin rewşa girtiyên siyasî û kesên ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn. Ji ber vê sedemê, berpirsyariya raya giştî, çalakvanên civaka sivîl û Îraniyên li hundir û derveyî welêt ew e ku bibin dengê van girtiyan, ji ber ku rewşa wan pir krîtîk û nîgeran e.
Di heman demê de, helwestên ku di hindek dezgehên medyayê yên fermî de tên diyarkirin, ku tewar behsa pêwîstiya tedbîrên tundtir dikin, nîşan didin ku xetere hîn jî cidî ye û hewceyî baldarî û bersivek yekser heye.
Te mijarek pir girîng anî ziman. Her çend danûstandin berdewam dikin û tevî vê rastiyê ku kesên mîna Trump berê piştgiriya xwe ji bo pêşketinên li hundirê Îranê tekez kirine jî, mijara mafên mirovan - bi taybetî rewşa girtiyên siyasî û xwepêşanderan ku niha bi cezayên mirinê re rû bi rû ne - di tu yek ji van nîqaşan de cihekî cidî negirtiye û bi pratîkî hatiye paşguhkirin.
Ji aliyekî din ve, yek ji pirsgirêkên bingehîn ew e ku heta medyaya sereke, hem li derveyî Îranê û hem jî medyaya bi zimanê Farisî, pir kêm vê mijarê nîqaş dikin û mijara girtiyên siyasî ji navenda balkişandinê ya sereke derxistine.
Pirsa sereke ev e: Em çawa dikarin vê mijarê dîsa bînin rojevê? Bi taybetî li ser asta navnetewî, ku hûn jî bi awayê Komîteya Azadkirina Girtiyên Siyasî çalak in û di vî warî de hin hewldan hatine kirin.
Xalek din a girîng ew e ku dengê gelek ji girtiyan nayê bihîstin; malbatên wan nikarin agahiyan bidin. Di encamê de, tenê hejmareke sînorkirî ji navên wan têne eşkerekirin. Ev tevî wê yekê ye ku heta medyaya fermî ya Komara Îslamî jî her roj girtina bi dehan kesan radighîne.
*Di vê rewşê de, pirs hîn girîngtir dibe: Dengê van kesan çawa dikare ji aliyê cîhanê ve were bihîstin û çawa dikare pêşî li jibîrkirina wan bê girtin?
Merc bi rastî tevlihev û dijwar in. Ji aliyekî ve medyaya sereke, hem li ser asta navneteweyî û hem jî di kanalên bi zimanê Farisî de, têra xwe li ser rewşa girtiyên siyasî nasekinin û ev mijar tê paşguhkirin. Ji aliyê din ve, di dezgehên medyayê yên ji bilî yên bi zimanê Îngilîzî de eleqeyek cidî bi vê mijarê re tuneye.
Di heman demê de, tevgerên dijî şer, her çend dijî şer helwestek rast û parastî be jî, di pratîkê de kêmtir mijarên wekî îşkence, darvekirin û tepeserkirina navxweyî çareser dikin. Lê belê, li dijî şer divê neyê wateya paşguhkirin an jî lihevhatina bi pratîkên rejîma Îranê re. Mixabin, di hin rewşan de, kesên ku di çarçoveya gotar û sembolên fermî de tevdigerin, di nav van çarçoveyên li dijî şer de têne dîtin, sînorên ehlaqî û siyasî nezelal dikin.
Rastî ev e, mimkun e ku meriv di heman demê de li dijî şer, li dijî rejîma Îranê be û rexne li polîtîkayên dewletên din bigire; ev ji hev cuda ne. Lê belê, paşguhkirina tepeserkirin û kuştina mirovan li Îranê hilbijartinek siyasî ya bêparastin e. Pirsa rastîn ev e: Dema ku xwepêşander li hundirê Îranê dihatin tepeserkirin û kuştin, hin ji van derdorên li dijî şer, li ku bûn?
Di van şert û mercan de, yek ji karên herî girîng ew e ku vegotin li ser mijara girtiyên siyasî ji nû ve were destnîşankirin. Di her hevpeyvînê de, her nîqaşê de û her platformê de, divê hewldanek hişmend were kirin da ku balê ji dubendiya hêsan a "ji şer re erê an na " dûr bikeve û ber bi rewşa girtiyên siyasî û tepeserkirina navxweyî ve biçe. Ev hewldanek kolektîf û berdewam e.
Her wiha, pêwîst e ku têkiliyên bi raya giştî ya cîhanî re werin xurtkirin. Ji rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên mafên mirovan bigre heya sendîkayên karker û nûnerên parlemanî yên li welatên cûda. Ji ber ku ezmûnê nîşan daye ku dewlet her gav ji ber fikarên mirovî tevnagerin; tiştê ku bi rastî bandorker e, zexta giştî û destpêşxeriyên saziyên serbixwe ne.
Kampanyayên ku di vê pêvajoyê de hatine destpêkirin dikarin bibin xalek destpêkê ya girîng; lê belê, hewce ne ku werin berfirehkirin û domandin. Wekî din, dibe ku dengê girtiyên siyasî bêtir were qutkirin, ji ber ku bêdengî yek ji amûrên ku rejîm herî zêde pê bawer dibe ye.
Dema ku çavdêrî û herikîna agahdariyên derbarê şert û mercên girtîgehan de kêm dibe, ji bo rejîmê hêsantir dibe ku bêtir tundiyê bikar bîne û heta bi awayekî fîzîkî jî girtiyan ji holê rake. Ji ber vê yekê, her kêliya bêdengiyê û her bersiveke derengmayî, dikare jiyana girtiyan bixe xetereyeke mezintir. Di bin van şert û mercan de, girîngiya çalakiyên kolektîf û hevrêzkirî ji her demê mezintir e. Tenê bi van hewldanên hevbeş, bala raya giştî dikare ji bo rewşa girtiyan bê kişandin. Hem di nav civaka Îranê de û hem jî li seranserê cîhanê û hevgirtineke berfireh were pêşxistin.
Ezmûnê nîşan daye ku ev deng her carê ku hatiye bihîstin bêbandor nebûye. Dema ku mijara girtiyên siyasî di medyayê de cih digire, hesasiyet û baldariyeke mezintir çêdike. Ger ev pêvajo berfireh bibe û bi dehan dezgehên medyayê - hem bi zimanê Farisî û hem jî navneteweyî - bi berdewamî mijarê bişopînin, bê guman, eleqe û zext dê zêde bibin, ku dê rewşê dijwartir bike ku meriv paşguh bike. Heta di nav Îranê de jî, rewş hawîrdorek pêşkêş nake ku mirov bi hêsanî dikarin xwepêşandanan bikin an jî bi azadî agahdariyê parve bikin. Tevî girtinên berfireh, gelek ji van dozan li derveyî çavdêriya medyayê dimînin.
*Di bin van şert û mercan de belavkirina agahdariyê çiqas girîng e? Ji bo civakê û bi taybetî ji bo malbatan, parvekirina navên kesên ku hatine girtin bi medyayê û rêxistinên mafên mirovan re çiqas girîng e?
Gava yekem û ya herî girîng di her kampanya û xwepêşandanekê de, belavkirina agahdariyê ye. Divê neyê jibîrkirin ka rejîm li hember belavkirina agahdariyê çiqas hesas e û çawa hewl dide ku pêşî li wê bigire. Ji ber ku bêyî parvekirina agahdariyê, ew girtî ji bala raya giştî tê jêbirin mîna ku qet tune be. Niha, hevkarên me yên li Komîteya Azadiya Girtiyên Siyasî rojane dixebitin da ku navên kesên ku hatine girtin nas bikin û verast bikin. Lê ev pêvajo bêyî hevkariya malbatan ne mumkin e.
Em dizanin ku şert û mercên li hundirê Îranê çiqas dijwar in; ji sînordarkirinên înternetê bigre heya bangên telefonê. Lê belê, ezmûnê nîşan daye ku malbat her gav rêyan dibînin ku dengê xwe bidin bihîstin - bi rêya têkiliyên li derveyî welêt an jî bi rêyên din. Em hewl didin ku bibin dengê wan û armanc dikin ku bi weşandina agahdarî û belgeyên sînorkirî yên ku hene, zexta medyayê û qanûnî biafirînin. Ev agahî bi rêya saziyên cûrbecûr tê belavkirin da ku rewşa li girtîgehan û di nav girtiyan de neyê paşguhkirin.
Heta di hundirê Îranê de jî, tevî hemû sînordarkirinan, derfetên xwepêşandan û îfadeyê bi tevahî winda nebûne. Xelk dikarin bi awayên cûrbecûr daxuyaniyan belav bikin û dengê xwe bidin bihîstin. Bi dehan sal ezmûna tepeserkirinê nîşan dide ku civak dikare rêyan bibîne ku di şert û mercên herî dijwar de jî protesto bike û li ber xwe bide.